Li êrîşa PKK`ê 2 leşkerên artêşa Tirkiyê hatine kuştinê
Rojnameya Huriyeta çapa Tirkiyê li malpera xwe ragihand: ``2 leşkerên artêşa Tirkiyê li şer û peççûna digel hêzên PKK`ê li navçeya Avaşîn - Basiyanê û li nêzikî sînorên bakurê Iraqê hatin kuştin û leşkerek jî bi giran birîndar bû`.
Li gorî rapora roja Îniyê ya IRNA`yê ji zarê malpera rojnameya Huriyetê, leşkerên artêşa Tirkiyê di dema geşt û gerrê li navçeyên sînorî yên Avaşîn û Basiyanê tûşî hêzên PKK`ê bûn û navbera wan da şer û pevçûn derket ku di encama van pevçûna da 2 serbazên artêşa Tirkiyê hatin kuştin û yek jî bi giranî birîndar bûn.
Li gorî nivîsîna vê mêdyayê, her wiha di encama bombebarana firokeyên şêrr ên artêşa Tirkiyê li ser navçeya Agiriyê, sê endamên PKK`ê hatine kuştin.
Li gorî rapora IRNA`yê, PKK eva zêde ji 30 salî ye ku şerê dijî dewleta navendî ya Tirkiyê dike. Vê partiyê derdora 7 mehan berî viya şerekî giştalî li dijî dewleta Tirkiyê dest pê kir.
Artêşa Tirkiyê ji werza Zivistana bihurî va opêrasiyoneka berfireh ji bo serkutkirina PKK`ê li nav û derveyî vî welatî bi taybet li navçeyên çiyayî dest pê kiriye.