Mijdar 17, 2017 11:17 Asia/Tehran
  • Dewama girtinan li Tirkiyê bi tawana têkilliya digel koma Gulen

Çavkaniyên nûçeyan qala dewama girtinên berfireh li Tirkiyê bi tawana têkilliya digel Koma Gulen û Darbeya sernekletî ya sala 2016`an li dijî dewleta Enqerê kirin.

Li gorî rapora kanala têlêvîziyoniya Al Alamê, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li qonaxa nû ya girtinên dijberan, 136 kes ji wan çend berpirsên brê yên polîs, kesên leşkerî û mamosteyên vî welatî bi tawana hebûna têkilliya digel darbeya serneketî ya sala 2016an li dijî dewleta Tirkiyê girtin.

Ajansa nûçeyan a Anatoliyê jî ragihand ku dozgerê giştî yê Enqerê biryara girtina 108 kes ji efserên berê yên ewelhiya Tirkiyê bi tawana hevkariya digel Koma Gulen li seranserî vî welatî da ku li pey dayîna vê biryara girtinê, hêzên polîsê Tikriyê bi opêrasiyoneka hevaheng li 30 parêzgehan, serokê berê yê Polîsê Ewlehiyê yê Enqerê, Yûksel Çelîk, hevrê digel 80 kes ji wan girtin.

Opêrasiyona ji bo girtina tawanbarên din hema wisa didome.

Dewleta Tirkiyê li ser vê bawerê ye ku Fethullah Gulen bi damezirandina komekê û rexneya li rêxistinên dadwerî, leşkerî, perwerdehî û erkanên dewletê, darbeya serneketî ya Tîrmeha sala 2016an organîze kiriye.

Gulen van îdia û angaştên dewleta Tirkiyê red dike.

Li pêvajoya paqijkirina rêxisti9nên Tirkiyê ji dema darbeya serneketî ya dijî dewleta Enqerê heta niha, bi dehan hezar efserê artêş, polîs û çîn û qatên din ên civakê an hatine girtinê an ji karê xwe hatine derxistinê.