Mijdar 16, 2017 16:39 Asia/Tehran
  • Çawûşoglu: çarekek ji dîplomatên Tirkiyê ji kar hatine dûrxistin

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê got: Dewleta Enqerê çarekek (1/4) ji dîplomatên Tirkiyê bi tawana pêwendiya wan bi darbeya bê encam a par ji kar dûr xistine.

Li gor rapora ISNA, Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawûşoglu li rûniştina bûdceya wezareta derve ya Tirkiyê got: Dûrxistina dîplomatên hanê ji pêwerê li gor belgeyên bawerpêkirî bûye û hejmara dîplomatên ku li ser karê xwe mane nîşan dide ku vê wezara derve şaşitî nekiriye.

Derbeya bê encam a Tîrmeha 2016 ji dewleta AKPê re derfet çêkir ku dijberên xwe  li teşkîlatên curbicur ên wekî artêş, ewlehî û polîs, dadweriyê, perwerdehî û teşkîlatên zanîngehî û akademîk bi pêwendiya bi vê darbeyê tawanbar bike û bi dehan hezar ji wan bêxe hewsê û bi hezaran kesan jî ji kar û şixulên wan dûr bêxe.  Ev karê dewleta Erdogan bûye sedem ku civata navneteweyî wî tawanbar bike ku dixebite xêmê dewleteke dîktatoriyê qahêm bike û van kar û kiryarên wî dûrî çarçovên demokratîk bizanin.

Li vê navberê de vê dawiyê jî zêde ji 60 rayedarên ewlehiyê yên berê jî li parêzgehên curbicur ên Tirkiyê bi tawana pêwendiya bi Darbeyê hatin girtin. Dozgeriya Komara Tirkiyê vê dawiyê hikmê girtina 108 rayedarên ewlehiyê yên berê li 30 parêzgehan da ku heya niha 60 ji wan hatine girtin.

Dewleta AKP ser Fermana Erdogan serokomarê Tirkiyê zêde ji 50 hezar kes xistiye hewsê û zêde ji 150 hezar kes jî ji pêwerê û karê wan dûr xistine.