Mijdar 16, 2017 15:04 Asia/Tehran
  • Çavuşoglu: Armanca YPGê ne şerê DAIŞê ye

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu îro ragihand ku "armanca YPGê li Reqayê ne şerê li dijî DAIŞê ye, lê dagirkirina herêmeke Sûriyê".

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu îro pêncşemê got, "geşedanên li bajarê Reqayê nîşan didin ku YPG ne ji bo şerê li dijî DAIŞê, lê ji bo dagirkirina wê herêmê dixebite."

Herwiha Çavuşogluyî ragihand ku kirîna pêdawîstiyên parastinê ji DYAyê dereng dimîne û ew lê dixebitin ku çareseriyên alternatîv  di vî warî de peyda bikin.

Wezîrê derve yê Tirkiyê li rewşekê îdia dike ku kurdên Sûriyê Reqa dagîr kiriye ku welatê wî çend bajar û  deverên mezin ên Sûriyê dagîr kiriye û bêyî îzna dewleta vî welatî hêzên xwe yên leşkarî li nav axa Sûriyê bi cih kirine û li bajarên Cerablus û parêzgeha Idliba Sûriyê bargehên leşkerî ji xwe re ava kirine.