Mijdar 16, 2017 11:04 Asia/Tehran
  •  Teqezkirina Erdogan ser alîkariya eskerî bo Qeterê

Receb Teyib Edogan, serokkomarê Tirkiyê ku sefera Qeterê kiriye roja çarşemiyê li hevdîtina tev Şêx Temîm Bin Hemd Alê Sanî, mîrê vî welatî soz da ku Enqere alîkariya xwe ya eskerî bo Dûhayê bidomîne.

 Li gorî rapora IRIB Newsê, serokkomarê Tirkiyê her wiha  li hevdîtina tev Şêx Temîm Bin Hemd Alê Sanî, mîrê Qeterê, li bara wajokirina  çend  hevhatinnameyan navbera du welatan li beşên aborî, geştyarî û lêkolînê agahî da.

 Li vê hevdîtinê Erdogan ser dewama piştgiriya Tirkiyê ji hikûmeta  Qeterê li warên  curbicur bi taybet beşa  pêşeyî û eskerî teqez kir.

 Erdogan her wiha raghand ku beşa  nedewletî ya Tirkiyê jibo alîkariya bo Dûhayê li palnên  çêkirina kapa cîhanî ya 2022 a fûtbolê ku li Qeterê tê li dar xistin, amade ye.

 Eva duwem sefera Erdogan bo Qeterê li bara destpêbûna  aloziya navbera Riayzê û Dûhayê ye ku pênc meh ser derbas dibin.

 5 Çilla 2017`an, Erebistana Siûdî, Îmarat, Behreyn û Misr piştî ku  Qeter bi piştgiriya ji komên tundrew tawanbar kirin,peywendiyên xwe bi vî welatî re qut kirin û boykotên aborî li dijî wê cih anîn.

 Hevgav, Tirkiye ji Qeter, hevpeymanê xwe yê sereke li  navça Kendava Farsê berevanî kir. Li salên derbasbûyî, Enqere û Dûha, peywendiyên xwe bitaybet li warê dîplomatîk, siyasî û eskerî berfireh kirin.