Mijdar 15, 2017 20:12 Asia/Tehran
  • Şermezarkirina firqexweiyê li Kongereya Yekbûna Misilmanan li Stenbolê

Kongereya Yekbûna Misilmana, bona gotûbêja liser pirsgirêk û derfetên li cîhana Îslamê û asoya misilmanan li welatên rojavayî, bi mazûvaniya Stenbolê hate lidarxistin.

Li gorî rapora îro ya Ajansa nûçeyan a Anatoliyê, nûnerên civakên misilman ji seranserî cîhanê, li Civîna Stenbolê liser firqexwaziyê ku derbe li yekbûna îslamê dixin, hişyarî dan.

Ev civîna navneteweyî ya durojî ya bi mazûvaniya Tirkiyê, bi amadebûna Yekîtiya Civakên Misilman ser navê Qeyrana Cîhanî Cîhan îslamê û rojava hate lidarxistin.

Recayî Kutan, sekreterê vê navendê li vê ivînê liser zêdebûna hewldana hin welatan jibo nîşandayîna îslamê wekî mezhebek ku gef li aştiyê dixwe, hişyarî da.