Mijdar 15, 2017 10:38 Asia/Tehran
  • Firokeyên Tikriyê qada esmanî ya Qibrisê derbas kirin

Çend firokeyên şêrr ên hêza esmanî ya Tikriyê berêvariya Sêşemiyê herêma hewayî ya Qibrisê li bereberê cudabûna pişka bakur a Qibrisê ji vî welatî binpê kirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, firokeyên şêrr ên Tirkiyê li navçeyên nêzikî Nîkoziyaya paytexta Qibrisê li bilindahiya kêm firrîn û dîwarê deng şikandin. Ji ber vî karî xelk tirsiya.

Tê gotin ku firokeyên şêrr ên hêza esmanî ya Tirkiyê ji bo nîşandana hêza xwe û amadetiya ji bo beşdariya li şerezmûn anku Meşqeka Şêrr li bereberê salvegera cidabûna bakurê Qibrisê (Qibrisa Bakur), sînorên esmanî yên Qibrisê derbas kirine.

Vê demê, nêzikî 30 hezar çekdarên Tikriyê li pişka bakur a Girava Qibrisê ku wek pişka Tirknişîn jî tê zanîn, bi cih bûne.

Li pey destwerdana leşklerî ya Tikriyê ya sala 1974an, Girava Qibrisê li ser dui pişkên Bakur (Tirknişîn) û Başûr (Yûnanînişîn) hatiye parçekirin. Pişka tirknişîn di dehsaliya 1980`î tevî ragihandina serxwebûnê, navê xwe wek ``Komara Tirknişîn a Qibrisa Bakur`` ragihand. Dewleta Tirkiyê hema wisa Girva Qibrisê wek beşek ji axa xwe dizane.

Di çend dehsaliyên vê dawiyê da, rayedarên Enqerê tevahiya hewil û xebata xwe ji bo bifermînaskirina pişka tirknişîn a Qibrisê li Civata Cîhanî pêk aniye; Lê tevî vê yekê, tevahiya hewildanên rayedarên tirk ji bo serêxwegirtina vê armancê bêencam bûye.