Civîna Konseya Bilind a Stratijîk a Tirkiye û Qeterê îro dê were lidarxistin
Mijdar 15, 2017 10:05 Asia/Tehran
Sêyemîn civîna Konseya Bilind a Stratijîk a Tirkiye û Qeterê îro bi amadebûna serokomarê Tikriyê li Dûheyê tê lidarxistin.
Li gorî rapora malpera TRT`ê, Erdoxanê serokomarê Tirkiyê duh li qonaxa sêyem a sefera xwe ya derveyî gihîşte Dûheyê.
Wezîrê berevaniya neteweyî ya Qeterê, Xalid Bin Mihemed Etiye, balyozê Tikriyê, Fîkret Ozer û kedkarên Balyozxaneya vî welatî li Qeterê li firokexanyeya Dûheyê, lpêşewazî li serokoamrê Tirkiyê û taxima pêra kirin.
Erdoxan îro bi mîrê Qeterê, Şêx Temîm Bin Hemed Alê Sanî, ra dê gotûbêj bike.
9 kes ji wezîrên dewleta Tirkiyê li vê seferê hevrêtiya Erdoxên dikin.
Li hevdîtinên rayedarên pileberz ên du welatan li Dûheyê, qeyrana Kendava Farsê û riyên çareseriya qeyranê dê werin vekolandin.