Hewldana Îran û Tirkîyê ji bo bihêzkirina peywendîyên aborîyê
Ishaq Cehangîrî alîkarê yekem ê serokê Komara Islamî ya Îranê bal kişand ser hewldana Têhran û Enqerê ji bo bihêzkirina peywendîyên aborîyê û got: Her du welatan hin plan ji bo jordabirina asta danûistandinên ticarî bo 30 milyard dolarî di salê de darêştine.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Ishaq Cehangîrî îro li civîneke çapemenîyê ya hevpar digel Binelî Yildirim serokwezîrê Tirkîyê li bajarê Enqerê bal kişande ser babetên gotûbêja xwe digel Yildirim û got: Li vê hevdîtinê em li ser pêwîstîya çareserkirina qeyrana misilmanên Rûhîngîya li Miyanmarê û rawestandina kuştina wan sekinîn.
Cehangîrî herwiha got: Li vê hevdîtinê herwiha mijara Filistînê hat hilkolandinê û em li ser vê yekê sekinîn ku divê gelê Filistînê bigihêje hemî mafên xwe.
Binelî Yildirim serokwezîrê Tirkîyê jî li vê civîna çapemenîyê ya hevpar got: Bikaranîna diravê netewî li danûistandinên ticarî digel Îranê de, yê yekem pêngav ji bo berfirekirina peywendîyên ticarî yên her du welatan di pêşerojê de be.
Rayedarên Îran û Tirkîyê li rex hevdîtina Cehangîrî û Yildirim, 2 belgeyên hevkarîyê wajo kirin.
Têgiheştinama hevkarîya di warê zanist û têknolojîyê de û belgeya pêngavên dusalî têkildarî hevkarîya di warê jîngehê de li qesra Çankayayê li avahîya serokwezîrtîya Tirkîyê hat îmzekirin.
Cehangîrî şeva buhurî digel taximekê giheşte Enqerê. Biryar e ku Cehangîrî ji bo pişkdarîya li nehemîn civîna serokên welatên endamê hevkarîyên aborîyê D-8`ê, îro danê êvarê here Istenbolê.