Cotmeh 13, 2017 16:50 Asia/Tehran
  • Tirkiye di demeke nêzîk de yê êrişî bajarê Efrîna Sûriyê bike

Serokkomarê Tirkiyê ji operasyona di dema nêzîk de ya artêşa vî welatî ser bajarê Efrîna Sûriyê agahî da.

Li gorî rapora roja îniyê ya IRIB News`ê, Receb Teyîb Erdogan, got: Piştî bidawîhatina operasyona Idliba Sûriyê, wê operasyona jibo dagîrkirina bajarê Efrînê li bakûra rojavaya Sûriyê dest pê bibe.

Bajarê Efrînê ku di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel a Kurdan (YPG) de ye ji berê va yek ji destûrxebatên herî girîng ên dewleta Tirkiyê tê hesêb.

Tirkiye hewl dide hêzên Kurd ji vî bajarî paşda bibe.

Erkantiya gişt artêşa Tirkiyê ragihand, hêzên artêşa Tirkiyê li gorî hevhatina vê dawiyê ya bi dû gotûbêjên Astane-6`ê û li dewama hevhatinnameya 30`ê Îlona 2016`an ya jibo cihanîna agirbesa li Sûriyê ku di navbera Tirkiye, Rûdye û Îranê de wekî sê welatên garantîkerê agirbesê îmze bû, derbasî Idliba Sûriyê bûne.

Tirkiyê piştî civîna meha buhurî ya gotûbêjên aştiya Sûriyê li Astaneya Qezaqistanê, hêzên xwe yên li ser sînorê bi Sûriyê re xurt kirine.