Cotmeh 13, 2017 08:58 Asia/Tehran
  • Sînorên Tirkîyê û Herêma Kurdistana Iraqê berebere yê bên girêdanê

Berdevkê nivîsgeha serokomarîya Tirkîyê ragihand ku sînorên vî welatî û Herêma Kurdistana Iraqê di rojên bê de wê bi hevkarîya Têhran û Bexdayê berebere bên girêdanê.

Li gorî rapora Mehr News`ê, Ibrahîm Kalin berdevkê nivîsgeha serokomarîya Tirkîyê ragihand ku welatê wî dil heye di rojên pêş de sînorên xwe digel Herêma Kurdistana Iraqê berebere girêde.

Li gorî vê raporê, wî got ku Enqere vî karî yê bi hevkarîya Bexda û Têhranê bike.

Berdevkê nivîsgeha Erdogîn herwiha ragihand ku ev kiryara berteka li hemberî ibtalnekirina encamên giştpirsîya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê ji dewleta navendî ya Bexdayê ye.

Kalin herwiha got: Enqerê dil tineye gelê Iraqê ceza bike belkî bi dû girtina pêşîya perçekirina vî welatî ye.