Dirêjkirina dema girtina nûçegihaneke almanî li Tirkîyê
Cotmeh 12, 2017 10:24 Asia/Tehran
Dadgehekê li Tirkîyê hikmê girtina nûçegîhana almanî digel 5 tawanbarên din bi tawana endametîya li komeke Komonîst, dirêj kir.
Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, Meşale Tulû nûçegihana almanî ya li Tirkîyê kar dikir, meha Nîsanê digel hevserê xwe bi tawana endametîya li partîyeke Komonîst (MKLP) ser bi komên çekdar ên kurd û herwiha propaganda têrorîsmê hat girtinê.
Dadgeha ku dosîya vê nûçegihana almanî ya li Tirkîyê kar dikir dişopîne, hikmê girtina wê û 5 tawanbarên din heta civîna tê ya dadgehê ango roja 18`ê Kanûnê dirêj kir. Heke sûcên wê bên isbatkirinê, yê cezaya 20 salên hepsê bidinê.