Anadoli: Amerîkayê 200 kamyon çek û zêrêhpûş dan kurdên Sûrîyê
Dewleta Amerîkayê 200 kamyon û tirêylîyên din ên tijî çek, rext û zêrêhpûş dan Yekîneyên Parastina Gel (YPG) baska leşkerî ya Partîya Yêketîya Dêmokiratîk a kurdên Sûrîyê (PYD).
Ajansa nûçan a Anadoliyê ragihand ku 100 kamyon û tirêylî hlgirê alîkarîyên leşkerî ji wan panzer û zêrêhpûç şeva buhurî ji derîyê sînorî yê Sêmalka li sînorê Iraq û Sûrîyê ve derbas bûn û bera xwe dan parêzgeha Dêrezorê.
100 kamyon û tirêylî alîkarîyên leşkerî jî di 11`ê Îlonê de hema ji vî derîyê sînorî ve derbas bûn û bera xwe dan parêzgeha Hesekê.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Anadoliyê, ev alavên cengê ser navê alîkarîya ji bo şerê dijî DAIŞ`ê hatine şandinê.
Alavên hanê panzerên li dijî mînan, maşînên leşkerî yên Hamer, tankêrên ardûyê û sandiqên rextan digirin ber xwe.
Li gorî rapora Anadoliyê, Amerîkayê ji Hezîrana sala buhurî ve heta niha 1600 kamyon û tirêylî alîkarî ji bo hêzên kurd ên sûrî şandine.