Îlon 21, 2017 17:15 Asia/Tehran
  • Serokomarê Tirkîyê gef li Barzanî xwar

Serokkomarê Tirkiyê careka din têkildarî helwêsta Enqerê ya têkildarî lidarxistina giştpirsiya cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê got: Nabe ku ev giştpirsî cih were.

Receb Teyîb Erdogan, serokkomarê Tirkiyê, li hevpeyvîna bi kanala nûçeyan a PBC`yê re got: Ez bi aşkerayî bêjim ku me hertim berevaniya yekperçetiya axa Iraqê kiriye. Dema ku tu kesî ew kara nedikir, me piştgiriya xwe ya ji yekperçetiya axa Iraqê diyar kiriye. Nabe ku ev giştpirsî were lidarxistin. Gelî Iraqê wekî Ereb, Tirkman û Kurd li kêleka hevdu li Iraqê dijîn.

Erdogan herwiha got: Em wekî Tirkiye, çawan dikarin giştpirsiyeka wiha qebûl bikin ew jî di demekê de ku sînoreka 350 kîlometrî bi Iraqê re heye? Îran û dewleta federal a Iraqê jî dijî vê giştpirsiyê ne. Di encamê de hûn çawan dikarin tenê bi zanîna xwe û wekî navçeyekê li bakûra Iraqê, biryareka wiha bidin. Em vê biryarê qebûl nakin.

Erdogan herwiha dema axiftina li New York`ê, gef xwer ku wê boykotan bisepîne û li bara giştpirsiya serxwebûnê, ji Mesûd Barzanî xwest dev ji lidarxistina giştpirsiyê berde.

Wî herwiha got: Hemî dinya dijî vê giştpirsiyê ye jibilî Îsraîl.