Îlon 21, 2017 16:44 Asia/Tehran
  • Tirkîyê hêzên taybet li sînorê digel Sûrîyê bi cih kirin

Çavkanîyên tirk ragihandin ku Enqerê hêzên taybet li sînorên digel SÛrîyê bi cih kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Anadoliyê, Enqerê bi dû bicihkirina hêzên leşkerî û tank û zêrêhpûşan li sînorê digel Sûrîyê li parêzgehên Hatay û Kilîsê, dest bi şandina hêzên taybet ji bo deverên sînorî kirîye.

Rojnama Turkiye çapa Istenbolê jî berî vîya nivîsî, 6 hezar hêzên leşkerî yên Tirkîyê di çaçrova rêketinameyên vê dawîyê ku li civîna Astanê hatin wajokirinê de yê ji bo cihanîna opêrasyonê ber bi Idlibê ve bên şandin.

Tevî neyarîya Sûrîyê û civaka cîhanî, Tirkîyê di mehên dawîyê de çend caran bi heceta têkoşîna dijî têrorîsmê hêzên xwe derbasî bakûra Sûrîyê kirine û êrişî komên kurd ên sûrî kirine, Enqere idia dike ku komên kurd dil hene opêrasyonê li dijî Tirkîyê li dar bixin.