Îlon 20, 2017 19:26 Asia/Tehran
  • Axiftina serokkomarê Tirkiyê li civata giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî

Serokkomarê Tirkiyê li axiftina xwe ya li civata giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY), bal kişande ser mijarên curbicur ên wek mesela Sûriyê, giştpirsîna cidabûna Herêma Kurdistana Iraqê, boykotên welatên erebî li dij Qeterê, mesela Filistînê û mijara Miyanmarê.

Li gorî rapora IRIB News`ê, ji Enqerê, Receb Teyîb Erdogan, serokkomarê Tirkiyê, ku jibo beşdariya li civata giştî ya NY, li Amerîkayê ye, li ser giştpirsiya cidabûnê ya li bakûra Iraqê got: Hewldanên wiha li ser xêra xelkê Kurd û gelê Iraqê nîne.

Erdogan got: Di rewşeka wiha de divê meriv xwe ji kiryarên wek xwesteka cidabûnê ku dikare hin qeyranên nû û pevçûnan bi xwe re bîne, dûr bigire.

Serokkomarê Tirkiyê, got: Ez berpirsên Herêma kurdistana Iraqê li bakûra Iraqê, vedixweînim ku dev ji pêngavên ku di vî warî de rakirine, berdin jiber ku berçavnegirtina helwêstên bibiryar ên Tirkiyê di vî warî de, dikare her ew îmkanên ku niha li ber destê vê herêmê ne jî, ji wan bistîne.

Erdogan got: Divê em dewsa gurrkirina agirê fitneyê û pêkanîna pevçûn û qeyranên nû yên li navçê, bi hev re jibo pêkhatina aramî, aştî, istiqrar û ewlehiya li navçê hewl bidin û têbikoşin.

Serokkomarê Tirkiyê li ser mijara Sûriyê jî bal kişande ser vê yekê ku qeyrana li vî welatî ketiye sala xwe ya heftemîn û birîneka kûr daniye ser dilê navçe û dinyayê. Li dewamê de Erdogan got: Mixabin civaka cîhanî, xelkê Sûriyê bi tenê hêştiye.

Erdogan, paşê bal kişande ser civîna Astaneyê ya bi beşdariya Îran û Rûsyê jibo pêkanîna agirbesê li Sûriyê û got, bi vî karî pêvajoya civîna Jênêvayê jî hatiye vejiyandin.

Wî got: Em wê piştgîriya her karekê bikin ku li ser bingeha parastina yekperçetiya axa Sûriyê be û rêzê li xwestekên demokratîk ên xelkê wê bigire û di çarçoveya avakirina Sûriyeyeka heyî û aram de be.

Serokkomarê Tirkiyê, paşê bala beşdarên civînê ber bi nakokiyên li Kendava Farsê ve kişand û li ser pêwîstiya îbtalkirina demlidest a boykotên ser Qeterê ku bandorê li xelkê vî welatî kiriye, pêgîrî kir.

Erdogan herwiha tenê rêbaza jibo dewama pêvajoya aştiyê, girêdaiyê bi dawîanîna demlidest a çalakiyên neqanûnên yên wek avakirina bajarokan û pêngavrakirina ber bi rêçareya du dewletîbênê yên Rejîma Siyonîst, da zanîn.

Serokkomarê Tirkiyê, li pişkekea din a axiftina xwe ku têkildarî mesela misilmanên Miyanmarê bû, got, misilmanên vê navçeyê rastî nivşkujiyekê hatine.

Wî got: Ev mirovên ku li hejarî û bi pirsgirêkan re dijîn û heta mafê welatîbûnê jî jibo wan nehatiye dayîn, divê pişta wan were girtin.