Îlon 20, 2017 18:43 Asia/Tehran
  • Erdogan: Axavtinên Sûçîyê li bara misilmanên Rûhîngîya qanihker nînin

Serokomarê Tirkîyê got ku axavtinên vê dawîyê yên Ang San Sûçî serokwezîra Miyanmarê têkildarî azirandina kêmîneya misilmanên Rûhîngîya qanihker nînin.

Serokwezîra Miyanmarê ku welatê wê vê dawîyê bi hegera kuştina misilmananên Rûhîngîya yên vî welatî û kavilkirin û şewitandina malên wan bûye sedema nerazîbûna cîhanê, çend rojan berî niha bêdengîya xwe ya giran li hemberî cinayetên dijî misilmanên Rûhîngîya işkand û got: Ez tundî û şîdeta li Raxînê şermezar dikim.

Wê herwiha got ku sebebkarên şîdeta li Raxînê yê bên cezakirin.

Receb Teyîb Erdoganê serokomarê Tirkîyê jî li hevpeyvîna digel televîzyona Al Jazeera ya ingilîsî got: Sûçî gellekî dereng axivî, xazila wê pêştir ji niha qise bikira. Axavtinên wê qanihker nînin. Bi sedan hezar kes ji Miyanmarê revîne. Bê guman ew gela dixwaze di nava aramî û ewlehîyê de bijî û ev gotinên Sûçîyê ewlehîya wan garantî nakin.

Serokomarê Tirkîyê herwiha got: Tirkîye jî li rex welatên din yê alîkarîyên pêwîst raberî wan kesan bike ku derbasî Bengiladêşê dibin.

Di mideha çend hefteyên buhurî de, bi sedan hezar misilmanên rûhîngîyayî ji ber zilm û zora hêzên ewlehîyê û bûdaîyên Miyanmarê ji mal û warê xwe revîne û gellek ji wan di rêka revê de ji deverên sînorî û daristana de canê xwe ji dest dane yan bêserûşûn bûne.