Îlon 20, 2017 17:42 Asia/Tehran
  • Kifşkirina cihên danîna sîstema mûşekî ya S-400 li Tirkîyê

Li gorî nûçeyên rojnameyên Tirkîyê, pergala parastina moşekî ya S-400 ku Rûsya û Tirkiyê têkildarî wê li hev kiribûn wê li Baregeha Akinci ya Enqeyê werin bicihkirin.

Peymana firotina sîstema mûşekî ya S-400`ê di navbera Enqere û Moskowê de hatibû îmzekirin. vêca Tirkîyê niha dil heye ewê li  baregeha Akinci ya Enqerê bi cih bike.

2 mûşek wê di sala 2018`an de bo Tirkîyê bên şandinê û li Baregeha Akinci ya Enqerê werin bicihkirin. Baregeha Akinciyê ji bo ku di hewldana derbeya leşkerî ya 15`ê Tîrmehê de ji aliyê derbekeran ve wekî navend hatibû bikaranîn bi şêweyê neqlê hatibû valakirin.

Li gorî çavkaniyan ji bo ku li Akinciyê hangar hene ew baregeh hatiye hilbijartin û ev bijarteyeke baş e. Dibe hangarên heyî ji bo moşekên S-400`ê biçûk bin lewma wê di demeke kin de wê yên mezin bên avakirin.