Îlon 18, 2017 18:20 Asia/Tehran
  • Hikmê girtina nûnerê HDP`ê yê li Meclisa Tirkiyê hate dayîn

Hikmê girtina Ayhan Bîlgen, nûnerê Partya Demokratîk a Gelan (HDP) ê li bajarê Qarsê li Meclisa Neteweyî ya Tirkiyê hate dayîn.

Li gorî rapora IRNA`yê, Bîlgen ku bi tawana hevkariya bi Partya Karkerên Kurdistanê (PKK) û teblîxata jibo vê partiyê, bi hikmê dozgeriya Amedê hatibû girtin, 10 rojan beriya niha azad bû lê bi hikmê Dadgeha Bilind a Tirkiyê, careka din hikmê girtina wî hate dayîn.

Tirkiye piştî darbeya 15`ê Tîrmehê, qanûna parastîbûna siyasî ya nûnerên Meclisê îbtal kir û piştî wê gelek nûner jibo dadgehan hatin vexwendin lê nûnerên partya kurdî ya Demokratîk a gelan (HDP), neçûne dadgehan.

Girtina vî nûnerê meclisê li halekê ye ku berî niha jî Selahedîn Demirtaş, hevserokê HDP`ê û xanima Fîgen Yûksek Dag, nûnera bajarê Wanê û seroka Çiqa Jinan a HDP`ê li vî welatî, ligel 10 nûnerên din ên vê partiyê, eva bi mehan e ku li zîndanê ne.

Hejmara endamên Partya Demokratîk a gelan (HDP) wekî sêyemîn partya mezin a ku niha li Meclisa vî welatî ne, bi dû istandina endametiya Fîgen Yûksek Dag, Nûrsel Aydogan, Feysel Sari Yildiz û Tûba Ozturk, gihêştiye 55 kesan.