Îlon 18, 2017 16:09 Asia/Tehran
  • Şam: Bicihbûna hêzên Tirkîyê li axa Sûrîyê neqanûnî ye

Çavkanîyekê li wezareta karên derve ya Sûrîyê ragihand ku lihevkirinên ku li Astanê têkildarî damezirandina deverên kêmgêre hatin wajokirinê, tu rewabûnekê nadin hebûna hêzên Tirkîyê li axa Sûrîyê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a fermî ya Sûrîyê (SANA), wê çavkanîyê li wezareta karên derve ya Tirkîyê ragihand ku bicihbûna hêzên Tirkîyê li axa Sûrîyê hela jî li gorî nêrîna Şamê neqanûnî ye.

Li gorî gotina çavkanîya hanê, belge û lihevkirinameyên ku li dewra şeşem a muzakirên alîyên sûrî li Astana Qazaqistanê têkildarî damezirandina deverên kêmgêre nemaze li Idlibê hatine wajokirinê, hasila rawêjkarîya dewleta Sûrîyê û her du dewletên Îran û Rûsîyê ne.

Wê çavkanîyê tekezî li ser pêbendîya Şamê li danûstandina erênî têkildarî her plana ku bibe sedema çareserkirina sîyasî ya qeyrana Sûrîyê kir û got ku Sûrîyê bi awayekî erênî pişkdarî li dewra şeşan a civînên Astanê û civînên berê kir.

Li gorî vê raporê, heke Sûrîye tekezîyê dike ku lihevkirinama têkildarî deverên kêmgêre ya parêzgeha Idlibê, lihevkirinameyeke demkî ye û armanca sereke ew e ku rewşa cadeya Şam-Hema-Heleba Qedîm asayî bibe û hatinûçûyîn û tranzîta bo Heelbê û deverên wî şarî bi rehetî serê xwe bigire.

Nunerên Rûsîye, Îran û Tirkîyê roja înîya buhurî li şeşemîn dewra civînên Astanê jibo çareserkirina qeyrana Sûrîyê, li daxûyanîyeke hevpar tekezî li ser dewama hewldanên jibo çareserkirina vê qeyranê kirin. Li vê civînê alîyên pişkdar li ser damezirandina deverên kêmkirina gêreyê li parêzgeha Idlibê li bakûra rojavaya Sûrîyê, lihev kirin.