Îlon 17, 2017 19:36 Asia/Tehran
  • Mêrkêl peywendiya abûrî tev Tirkiyê sînordar dike

Serokwezîra Almanyayê got: Berlîn bona azadiya welatiyên almanî ku Enqerê ewna ji ber hegerên siyasî zîndanî kirine tu rêçareyek xîncî sînordarkirina peywendiyên xwe yên abûrî tev Tirkiyê tune.

Li gor rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Xanima Angêla Mêrkêl serokwezîra Almanyayê li press konferanseke xwe li ser vê yekê ku ew çawan dixwaze welatiyên almanî ku li Tirkiyê zîndanî ne azad bike got: Em neçarin hevkariyên xwe yên abûrî tev Tirkiyê sînordar bikin û dîsa  peywendiyên xwe yên abûrî tev Tirkiyê berçavan derbas bikin.

Mêrkêk ku hêtimal heye partiya wê li hilbijartina Almanyayê serkeve û bo cara çaran ew dê bibe serokwezîra vî welatî got: Em neçarin firotina çek û sîlahan bo Tirkiyê jî sînordar bikin.

Peywendiya navbera Almanyayê û Tirkiyê piştî ku Erdogan serokkomarê Tirkiyê neyarên xwe piştî darbeya leşkerî ya işkestxwariye Tîrmeha par bi şîdet serkut kirin, aloztir bûye.

Gor nûçeyekî din ji Tirkiyê , wezareta karên derve yê vî welatî bane baylozê Almanyayê li Enqerê kir ta ku nerezamendiya xwe li ser birêketina xwenîşandana alîgîrên PKK li Kolna vî welatî , ragehîne.

Vî dûmahîkê Festîvalek li Kolna Almanyayê birê ket ku li vê festîvalê nîşanên PKK û wêneya Ocalan rêberê zîndaniye vê grûpê hatibûne rakirin ku eva bûye sebeba hêrsbûna Tirkiyê.