Îlon 17, 2017 16:13 Asia/Tehran
  • Dehan endamên DAIŞê` li Tirkiyê hatine girtin

Hêzên ewlehiya Tirkiyê li bajarê Stanbûlê dehan endamên terorîstên DAIŞ`ê girtin.

Li gor rapora telivîzyona TRT, Hêzên ewlehiya Tirkiyê li êrişa ser veşartgeha terorîstan li bajarê Stanbûlê 74 terorî terorîst girtin.

73 kes ji van terorîstan biyanî ne.

Hatiye ragihandin ku birek ji van terorîstan dane ber destê saziyên peywendîdar bona derxistina ji nav Tirkiyê û hinek ji van terorîstan jî li ber destê polîsê Stanbûlê ne û lêpirsîna ji wan hîn jî didome.

Dewleta Tirkiyê van rojana li halekê terorîstên DAIŞ`ê yên nav axa vî welatî digire ku siyaseta Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê li hemberî van terorîstan du cure bûye û heta vê dûmahîkê Tirkiyê bi alîkariya hevpeymanên xwe yên rojavayî û erebî piştevaniya abûrî û çek û sîlahî didaye terorîstên nav axa Sûriyê û Iraqê.