Îlon 17, 2017 16:11 Asia/Tehran
  • Dilgiraniya Tirkiyê ji ber giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê

Serokwezîrê Tirkiyê carek din dilgiraniya xwe ji ber giştpirsiya cudabûna Herêma Kurdistana Iraqê daye diyarkirin û ragihand ku Enqere her xebatek bona girtina pêşiya vê giştpirsiyê ku pêwîst bibe, cih tîne.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Bînalî Yildirim serokwezîrê Tirkiyê şemê şev ragihand: Bona ku pêşiya giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê bê girtin ev her xebatekî pêwîst cih tînin ji ber ku ev mesela girêdayî ewlehiya netewî ya Tirkiyê ye.

Yildirim û Ebadî serokwezîrên Tirkiyê û Iraqê li gotûbêja telefûnî ya şeva îniyê ragihandin ku her du alî dixebitin ta ku Herêma Kurdistana Iraqê razî bikin ku dest ji giştpirsiyê berden û her du alî bona pêşbirina vê hedefê xebatekî hevpar didomînin.

Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê jî ragihandibû li bara giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê dê li konseya ewlehiya Netewî biryara sereke bigre.

Wî tevî ku gefa li Barzanî xwaribû got: Serokê Herêma Kurdistana Iraqê dê hesasiyeta Tirkiyê li ser giştpirsiyê piştî civîna konseya Ewlehiya netewî ya Tirkiyê dê bibîne.