Îlon 17, 2017 14:57 Asia/Tehran
  • Tirkiyê bane baylozê Almanyayê li vî welatî kir

Wezareta karên derve yê Tirkiyê şemê şev bane Martîn Edman baylozê Almanyayê li Enqerê kir.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Ji ber ku Berlînê îzna birêxistina xwenîşandanê daye alîgîrên PKK, wezareta karên derve yê Tirkiyê bane bane Martîn Edman baylozê Almanya li Enqerê kir.

Duh şemiyê bi hezaran kes ji alîgîrên PKK li bajarê Kolnê ya Alman xwenîşandanek birê xistin.

Berkir Bozdag alîkarê serokwezîrê Tirkiyê vê dûmahîkê ragihandibû ku Berlîn piştevanê PKK û grûpa Gulen e.

Bekir Bozdag ragihandibû ku Almanya Bihêşta terorîstan e.

Kêşeyên di navbera Almanya û Tirkiyê di mehên dawî da li ser babetên cûrbicûr ji wan dijberiya digel propagandaya ji bo Giştpirsîna Rêformên Qanûna Bibgehîn a Tirkiyê li Almanyayê, penaberbûna hin darbekaran li Almanyayê û vê adwiyê jî girtina Pîtir Stûdner, çalakê almanê yê Mafên Mirovan li Almanê, zêde bûye.

Pîtêr Stûdner roja 5`ê Hezîrandê hevrê digel hejmareke çalakên li warê Mafên Mirovan ji wan serokê Nivîsgeha Efûya Navneteweyî li Tirkiyê bi tawana piştgiirya ji têrorîsmê li vî welatî hatin girtin.

Ji 15`ê Tîrmeha 2016`an va ku hewildana ji bo darbeyê li Tirkiyê serneket, rayedarên vî welatî dest bi girtina berfire û komkî li nav artêş, polîs, saziya dadweriyê, rayedarên siyasî yên dijber, civaka hunermend û nivîskarên Tirkiyê kir.

Welatên ewropî bi taybet Almanya, dewleta Tirkiyê tawanbar dikin ku darbeya serneketî wek darê destan ji bo safîkirina dijberên xwe yên siyasî bi kar tîne.

Welatên ewrûpî ji wan Almanya û partiyên neyare dewleta dewleta Tirkiyê Enqerê tawanbar dikin AKP`ê ji darbeya leşkerî ya işkestxwariye Tîrmeha 2016 li vî welatî bona serkitkirina neyaran istifade dike.