Îlon 16, 2017 19:03 Asia/Tehran
  • Qesda Mêrkêlê jibo kêmkirina peywendîyên aborîyê yên digel Tirkîyê

Bi dû gêreyên vê dawîyê di navbera Enqere û Berlînê de, serokwezîra Almanê dil heye peywendîyên aborîyê yên vî welatî digel Tirkîyê lêm bike.

Angêla Mêrkêl (Angela Merkel)  serokwezîra Almanê li hevpeyvîna digel Rojnama Pasaor Noye Press`ê ya almanî ku îro hat weşandin, tevî ragihandina qesda xwe ya venihêrîna li projeyên hevpar ên digel Tirkîyê û kêmkirina peywendîyên aborîyê bi vî welatî re, tekez kir ku divê muzakira bi dewleta Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê jibo azadkirina welatîyên almanî bê domandin.

Serokwezîra Almanê herwiha got: Pirranîya girtîyên hanê di bin çavdêrîyên konsûlî de ne lê dewleta Tirkîyê pêşîya peywendîya konsûlî ya ligel hinek ji wan digire.

Zîgmar Gabrîyêl wezîrê karên derve yê Almanê jî di vî warî de got, peywendîyên Alman û Tirkîyê niha gêreya herî dijwar a dehsalîyên vê dawîyê derbas dikin.

Gêreyên di navbera Berlîn  ûEnqerê de di van mehên dawîyê de nemaze ji ber girtina welatîyên almanî li Tirkîyê gurr û giran bûne.

Li gorî ragihandina wezareta karên derve ya Almanê, niha 54 welatîyên almanî li girtîgehên Tirkîyê ne.

19 kes ji wan di sala 2017`ê de û yên din jî di salên 2006 heta 2016`an hatine girtinê.

Ji nav 54 kesên hanê, 11 kes hatine tawanbarkirinê ku bi derbekarên derbeya serneketî ya 15`ê Tîrmeha sala 2016`an li Tirkîyê re hevkarî kirinee.