Dayîna hukmê girtina bi dehan kesên din li Tirkiyê
Teşkîlata dadweriyê ya Tirkiyê hukmê girtina 79 kes ji kedarên berê yên xwendingehên vî welatî bi tawana mudaxila li darbeya bê encam a par li dijî dewleta Tirkiyê da.
Li gorî rapra Fars Newsê, ev 79 kes ên gumanbarê bikaranîna bernama hişmend a peywendiya komî ya By Lockê li gûşiyên mobayla xwe ne.
Li gorî gotina rayedarên Enqerê, endamên koma Gulen ev bernama hişmend jibo peywendiya bi hev re bi kar dianîn.
Rayedarên dewleta Tirkiyê dibêjin nêzîkî 170 hezar kes tev Fethullah Gulen di peywendiyê de bûne û rasterast û nerasterst li darbeya bê enacm a 15 Tîrmeha 2016an rola xwe hebûne.
Dewleta Tirkiyê îdia dike Fethullah Gulen ku li Emerîkayê dijî û berê hevpeymaneke cidî û sereke yê Erdogan serokkomarê Tirkiyê bû, bi deshilata li nav teşkîlata dadwerî, eskerî û hîndekariyê û erkanê dewletî, darbeya bê encam a 15 Tîrmeha 2016`an li dar xistiye; evîdiaya dewleta Tirkiyê û Erdogan bi caran ji aliyê Gulen bi tundî hatiye redkirin.
Teşkîlata dadweriyê ya Tirkiyê ser fermana Erdogan ji dema darbeya par tevî cihanîna rewşa awarte li welêt zêde ji 50 hezar kes girtine û nêzîkî 150 hezar kes ji ser kar û potsên dewletî avêtine der.