• Yekim sefera mîrê Qeterê piştî destpêbûna  qeyrana  kendava Farsê bo Tirkiyê

Nivîsgeha serokkomarê Tirkiyê li bara sefera Mîrê Qeterê bo Enqerê li roja pênşemiyê agahî da.

 Li gorî rapora France Pressê, sefera mîrê Qeterê bo Tirkiyê yekim sefera derveyî ya wî ji dema destpêbûna  qeyrana navbera Dûha û cînarên vî welatî li derdora başûrê kendava Farsê ye.

 Nivîsgeha serokkomariya Tirkiyê li daxûyaniyekê raghand: Li vê seferê Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê û şêx Temîm Bin Hemd Alê Sanî mîrê Qeterê li bara  peywendiyên dualî û herwiha  rewşa navçê û navneteweyî gotûbêjê bike.

  Erebistan, Îmarat, Behreyn û Misr 5 Çileyê Qeter bi piştgiriya  ji terorîzmê tawanbar kir û peywendiyên xwe tev vî welatî qut kirin. Dûhayê ev tawan  red kirine.

  Ev çar welat boykotên  aborî û siaysî û her wiha  girêdana  riyên hewayî, deryayî û bejahiyê sepandine ser Dûhayê.

  Tirkiye ji Qeterê hevpeymanê xwe yê sereke li kendava Farsê tam piştgirî kiriye. Enqere û Dûha li salên buhurî peywendiyên  xwe bitaybet li warê dîplomatîk, ticarî û eskerî berfireh kirine.

 Enqerê navendeke  eskerî li Qeterê heye û piştî destpêbûna qeyrana eskeran û trimbêlên zirixî yên xwe bi nîşan apiştgiriya ji Qeterê  li Dûhayê zêde kir.

 Sefera mîrê Qeterê bo Tirkiyê li ahlkeê cih tê ku şêx  Muhemed Bin Ebdulrehman Alê Sanî wezîrê karên derve yê Qeterê roja sêşemiyê sefera Enqerê kiriye.  Her wiha şêx Cabir El-Mubarek El-Hemd Alê SEbah serokwezîrê Kuweytê yekî din ji navbeynkarên  qeyrana  kendava Farsê çarşemiyê şevê li hevdîtineke  sê rojî sefera Tirkiyê dike.

 

 

Sep 14, 2017 12:24 Asia/Tehran