Îlon 13, 2017 13:35 Asia/Tehran
  • 17 Parêzer li Tirkiyê hatin girtin

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê di dewama girtina dijberan li vî welatî, 17 parêzer girtin.

Li gorî rapora France Press`ê, van 17 parêzeran, parêzeriya du zindaniyên tirkiyeyî ku li zindanên vî welatî dest bi greva birçîbûnê kirine, girtine ustiyê xwe.

Nûriye Gulmen (Nuriye Gülmen) mamosteya zanîngehê û Semîh Ozkaca (Semih Özakça) mamsoteyê dibistanan li zîndanên Tirkiyê dest bi greva birçîbûnê kirine.

Ev du kes piştî darbeya serneketî ya sala 2016`an li dijî dewleta Tirkiyê, ji karên xwe hatin derxistin û piştra hatin girtin.

Ev du mamoste bi sûcê hevkariya tev Cemaeta Gulen hatine tawanbarkirin.

Rayedarên dewleta Tirkiyê dibêjin ku nêzikî 170 hezar kes têkildarî Fethullah Gulen bûne û rasterast û nerasterast destê wan li darbeya serneketî ya 15`ê Tîrmeha sala 2016an  hebûye.

Tirkiye îdia dike Fethullah Gulenê ku li Amerîkayê dimîne û demekê ji hevpeymanên sereke yên Erdoxanê serokomarê niha yê Tikriyê bûye, bi bandora li rêxistina dadwerî, leşkerî, perwerdehî û erkanên dewletê, darbeya serneketî ya 15`ê Tîrmeha 2016an organîze kiirye.

Lê Gulen hertim ev îdia û angaşt derew zaniye.

Rêxistinên ewlehî û dadweriyê yên Tirkiyê li ser fermana Erdoxanê serokomarê vî welatî ji dema darbeya serneketî ya sala buhurî tevî sepandina Rewşa Awarte li vî welatî, zêde ji 50 hezar kesî girtine û dedora 150 hezar kes ji şol û karên dewletê hatine derxistin.