• Girtina 22 eskerên din li Tirkîyê

Hêzên ewlehîyê yên Tirkîyê 22 eskerên din bi tawana têkilîya digel derbeya serneketî ya 15`ê Tîrmeha sala 2016`an li vî welatî girtin.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, hêzên polîs ên Tirkîyê di çarçova lêpirsînên dozgerîyê de li opêrasyoneke hevgav li 20 parêzgehan 22 eskerên din ên vî welatî bi tawana peywendîya digel dosîya derbeya sala buhurî girtin û qonaxên girtina 9 eskerên din ku tê gotin revîne, didomin.

Di vî halî de, dewleta Tirkîyê hikmê girtina 63 kesî ji wan hejmarek personelên berê yên MIT`ê bi tawana têkilîya digel Gulen da.

Opêrasyona polîsan jibo girtina van 63 kesan li 21 parêzgehên Tirkîyê dest pê bûye.

Rayedarên dewleta Tirkîyê dibêjin, nêzîkî 170 hezar kesî peywendî bi Fetulah Gulen re hebûne û roleke rasterast û nerasterast li derbeya serneketî ya 15`ê Tîrmeha sala 2016`an hebûne.

Dezgehên ewlehî û dadwerîyê yên Tirkîyê li gorî fermana Receb Teyîb Erdogan serokomarê vî welatî ji dema derbeya serneketî ya sala buhûrî ve tevî ragihandina rewşa awarte li welêt, zêde ji 50 hezar kes girtine û nêzî 150 hezar kes jî ji karên dewletê derxistine.

Sep 12, 2017 16:02 Asia/Tehran