Îlon 12, 2017 08:51 Asia/Tehran
  • Karbidestekî Tirkiyê: Peywendiyên abûrî yên di navbera Enqerê û Têhranê zelalin

Alîkarê serokwezîr û berdevkê dewleta Tirkiyê bal kişande ser zelalbûna peywendiyên tecarî di navbera Enqerê û Têhranê û destnîşan kir: Heta niha karbidestên du welatan tu xebatekî dijî qayde û qirarên tecarî yên navnetewî cih neanîne.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Dozgêriya Amerîka çend roj berî niha çend karbidestên berê yên Tirkiyê ji wan Zefer Çaqlayan wezîrê abûra wê çaxê yê vî welatî ji ber dosiya Riza Zerab tacirê îranî ku li Tirkiyê dijî, tawanbar kir.

Ev kesên hanê tawanbarin ku li dewrana boykotên Rêxistina Netewên Yekgirtî dijî Îranê , wan alîkariyên veşartî dane Îranê.

Alîkarê serokwezîr û û berdevkê dewleta Tirkiyê duşemêşev li press konferansekê bal kişande ser tawanbarkirina hinek ji karbidestên berê yên vî welatî ji aliyê Amerîka , ji ber hevkariya abûrî û bankî tev Îranê, bilî retkirina van tawanan ragihand: Hemû dan û istandinên tecarî û bankî di navbera Têhran û Enqerê gor qayde û qirarên navnetewî cih hatine û her xebatekî tecarî di navbera di bin çavdêriya saziyên navnetewî cih hatine û tu babetekî dijî qayde û qirarên navnetewî li van dan û istandinên du welatan da nayê dîtin.

Bekir Bozdag li bara navê Zefer Çaqlayan wezîrê berê yê abûra Tirkiyê li dosiya Riza Zerab jî got: Eşkeraye ku sîstema dadweriya Amerîka di bin zextûzorê daye û bûye darê destê grûpên darbeçî û terorîstî bona ku zorê bînin ser dewleta Enqerê.

Wî li bara giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê jî got: Vê giştpirsiyê tu xêrek ji bo Barzanî serokê vê herêmê , xelkê vê herêmê û welatên navçê tune û ya baş evaye ku Barzanî venêhrînekê bavêje ser vê siyaseta xwe ta ku pîşiya aloziyan bê girtin.