Medyayên Tirkiyê: Dema operasyona artêşê li bakurê Sûriyê nêzîk bûye
Medyayên Tirkiyê li bara nêzîkbûna dema destpêbûna operasyona artêşa vî welatî li Efrîn û Idlibê li bakurê Sûriyê agahî dan.
Li gorî rapora IRIB Newsê, ji Enqerê, malpera rojnama Wetenê nivîsî: Artêşa Tirkiyê bi bichkirina du gurdanên zirixî nêzîkî sînorê Sûriyê xwe jibo cihanîna operasyonê li Efrîn û Idlibê li bakurê Sûriyê amade kiriye.
Pêştir medya Tirkiyê li bara amadetiya pênc hezar hêzên artêşa Tirkiyê û nêzîkî 18 hezar hêzên sûrî yên ku ji aliyê Tirkiyê piştgirî dibin jibo destpêkirina operasyonê li Idlib û Efrînê agahî dabû.
Li gorî raghandina medya Tirkiyê, operasyona Idlibê jibo rawstana li hember grûpa terorîstî ya Tehrîr El-Şamê û zêdekirina wê li navçên ewleh û operasyona EFrînê jibo rawestana li hember komîên kurd ên dijberê Tirkiyê muhtemel e heya du hefteyên din an zûtir destpê bibe.
Li gor nûçan yekînên topxaneyî yên Tirkiyê li sînorê Klîsê li rojln derbasbûyî hin navçên Efrînê li bakurê Sûriyê gullebaran kirine. Tevî dijberiyên Sûriyê û civaka cîhanî, Tirkiye li mehên derbasbûyî çend caran bi mehna serkutkirina komên kurd ên sûrî êriş kiriye ser bakurê Sûriyê. Enqere îdia dike ku komên kurd dixwezin li dijî Tirkiyê operasyonê cih bînin.