Gotûbêja telefonî ya Trump û Erdogan
Îlon 10, 2017 16:27 Asia/Tehran
Koşka Sipî li bara gotûbêja telefonî ya serokkomarên Emerîka û Tirkiyê agahî da.
Li gorî rapora IRIB News`ê, koşka Sipî raghand: ``Donald Trump serokkomarê Emerîkayê û Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê roja şemiyê li bara xurtkirina hevkariyên du welatan li mijarên ewlehiay navçeyî şêwirîn``.
Koşka Sipî bi daxûyaniyekê li bara naveroka gotûbêjên serokkomarê Emerîka û Tirkiyê gotiye ku Trump ser berpirsiyariya hevpar a du welatan jibo hevkariya li bara mijara ewlehiya navçeyî tekez kir.
Peywendiyên navbera Waşengton û Enqerê piştî piştgiriya çek û sîlehî ya Emerîkayê ji mîlîşarên kurd ên dijberê dewleta Tirkiyê li Sûriyê aloz bûye.