Tebax 17, 2017 20:06 Asia/Tehran
  • CHP`ê jibo hevalbendîyê lampa kesk nîşanî HDP`ê da

Alîkarê serokê Partîya Komarxwaz a Gel a Tirkîyê piştrast kir ku diqewime ev partîya li hilbijartinên sala 2019`ê berbijarên hevpar digel Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) raber bike.

Li gorî rapora Rojnama Dîwarê çapa Tirkîyê, Mihemed Bekaroglu alîkarê serokê CHP`ê li axavtinekê bal kişand ser hilbijartinên serokomarîyê di sala 2019`ê li vî welatî de û got: Hilbijartinek li pêşberî me heye, ew hilbijartin yê ne wek ya Nîsanê be ku geli tenê Erê yan Na hilbijêre. Em li hilbijartinê divê bi dû bihêztirkirina dêmokirasîyê bibin, maf û dadmendîyê li welêt berfire bikin û planekê darêjin ku derfetan li Tirkîyê bi awayekî beranber û wekhev bide ber destê hemî welatîyan.

Wî li dewamê bal kişand ser îhtimala pêkanîna hevalbendîyê di navbera CHP û HDP û peyamên ku ji alîyê rêvebirên vê partîyê têkildarî sazkirina hevalbendîyeke wiha û hevkarîyê ku car caran tên weşandinê û got: Peyamên bi vî rengî gellekî erênî ne. Hemî bereyên civakê bi parastina plan û nirxên partîya xwe û berçavgirtina bawerên xwe dikarin ser bername û planeke hevpar hevkarîyê bikin. Eva yê hevkarîyek jibo pêşerojê bibe.Eva pêngaveke demdirêj e. Lîsteya berbijarên hevpar di rastîyê de xeleka dawîyê ya vê hevkarîyê tê hesêb. Eva civak e ku dikare berbijarê hevpar kifş bike. Niha tişta girîng ew e ku em planeke hevpar amade bikin û li gorî wê pêngavan rakin.