Tebax 17, 2017 18:21 Asia/Tehran
  • Enqere: Almanya bûye sitareha neyarên dewleta Tirkiyê

Wezîrê karûbarên Ewrûpayê yê Tirkiyê got ku gotinên serokwezîra Almanyayê sedema heyf û mixabiniyê ne.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a FARS`ê, Umer Çelîk, wezîrê karûbarên Ewrûpayê yê Tirkiyê, got ku  gotinên Angêla Merkêl, serokwezîra Almanyayê, sedema heyf û mixabiniyê ne û nabe ku pirsgirêkên dualî, bandorê daynin ser siyasetên giştî yên Yekîtiya Ewrûpayê (YE).

Çelîk, îro pêncşemiyê, li civîna hevpar a nûçeyan a bi Alen Dankên, alîkarê wezîrê karên derve yê Îngilistanê, destnîşan kir: Tam diyar e ku endamên payebilind ên Rêxistina terorîstî ya Gulen, li almanyayê ne. Heta hitmala sitardayîna bo wan  jî ne asayî ye.

Angela Merkel, serokwezîra Almanyayê, roja çarşemiyê, xwestekên jibo bidawîhatina pêvajoya endametiya Tirkiyê li YE`yê red kirin, lê ragihand ku jiber kêşeyên siyasî yên vê dawiyê bi vî welatî re, YE`yê wê li ser birojkirina peymana Yekîtiya Gomrikî , bi Tirkiyê re gotûbêjê neke.

Wê destnîşan kir, niha jiber kêşeyên vê dawiyê yên bi Enqerê re ev îmkan tuneye ku rûpeleka nû li gotûbêjên bi Tirkiyê re li ser Yekîtiya Gomrikî vebibe, lê gotûbêjên li ser endametiya Tirkiyê li Yekîtiya Ewrûpayê, wê bi şêwazê ku  wek `Dawiya Vekirî` binav kir, berdewam bibe.

Tirkiye peymana Yekîtiya Gomrikî ya bi Ewrûpayê re ji sala 1995`an ve îmze kiriye û birojkirina wê yek ji ewlewiyetên sereke yên dewleta Tirkiyê bûye.

Vê dawiyê, partiyên neyar ên li Almanyayê, zexta li ser serokwezîra vî welatî zêde kirine û xwestine ku Bêrlîn li Hember  Tirkiyê, tundtir bibe, bi taybet jiber girtina vê dawiyê ya deh welatiyên almanî ji wan nûçegîhan û çalakvanekî mafên mirovan bi tawana îdiaya piştgîriya ji rêxistinên terorîstî li Tirkiyê.