Tebax 16, 2017 11:54 Asia/Tehran
  • Rexneya Tirkiyê ji lidarxistina Giştpirsîna Cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê

Berdevkê dewleta Tirkiyê got: ``Lidarxistina Giştpirsîna Cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê nearamî û bêewlehiyê li navçeyê zêdetir dike``.

Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya IRNA`yê, cîgirê serokwezîrê Tirkiyê û berdevkê dewleta vî welatî, Bekîr Bozdax li civîna digel nûçegihanan li Enqerê ji Herêma Kurdistana Iraqê xwest ku venihêrînekê li biryara xwe ya cihanîna Giştpirsîna Cudabûnê pêk bîne. Ji ber ku ev yek dibe sedema nearamiya zêdetir li navçeyê.

Bekîr Bozdax her wiha got: ``Giştpirsîna Cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê binpêkirina qanûna bingehîn a Iraqêye.``

Partiyên Herêma Kurdistana Iraqê roja 7`ê Hezîrana 2017`an li civînekê bi amadebûna Mesûd Barzanî lidarxistina giştpirsîna cudabûna Herêma Kurdistana Iraqê ji Iraqê di roja 25`ê Îlona 2017`an pesend kirin; Mijara ku tûşî dijberiya tund a komên cûrbicûr ên iraqî û welatên navçeyê bûye.