Dermirtaş: Sedema girtina me hilbijartina pêşwext e
Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş di peyama xwe ya ku ji bo Nobeta Edalet û Wijdanê re şand de ragihand ku sedema girtina wan amadekariya hilbijartina pêşwext e: Em ji hilbijartinê natirsin.
Ajansa Sputnîkê ji zarê medya Tirkiyê ragihand ku Nobeta Edalet û Wijdanê ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Amedê, Stenbol û Wanê dabû destpêkirin, li bajarê Erzromê li Parka Aştiyê ya Musa Enter dewam dike. Di roja 6`mîn a nobetê de peyama Hevserokê HDPê hat xwendin.
Demirtaş diyar kir ku, "Ti barîkat û ablûka nikarin hezkirina di navbera HDPê û gel de qut bike. Tevgerên ku hemû mafên siyasî, exlaqî, peymanên navneteweyî û makeqanûnê binpê dikin, dê nekarin HDPê tasfiye bikin. Dê hikûmet negihîje armanca xwe."
Tifaqa AKP-MHPê amadekariya hilbijartina pêşxwet da destpêkirin. Sedema girtina me û hevalên me, ev e. Sedema xistina Hevserok û Parlamentera me ya Wanê Figen Yuksekdag bi awayeke derqanûnî, amadekariyên hilbijartina pêşwext e. Em ji hilbijartinê natirsin.