Li êrîşa hewayî ya Tirkiyê li parêzgeha Colemêrgê pênc endamên PKK`ê hatine kuştinê
Di êrîşa firokeyên şêrr ên artlêşa Tirkiyê dijî çeper û baregehên PKK`ê li parêzgeha Colemêrgê, pênc endamên vê partiyê hatin kuştin.
Li gorî rapora IRNA`yê ji zarê daxûyaniya erkantiya hevpar a hêzên çekdar ên Tirkiyê, êrîşa li ser endamên PKK`ê li parêzgeha Colemêrgê û li nêzikî sînorê Îranê, piştî naskirina baregehên vê komê ji aliyê firokeyên bêfirokevan û ji aliyê firokeyên şêrr ên artêşê va pêk hat.
Li gorî daxûyaniya artêşa Tirkiyê, li vê opêrasiyonê pênc endfamên PKK`ê hatine kuştin.
Erkantiya giştî ya artêşa Tirkiyê berêvariya şemiyê jî bi daxûyaniyekê ragiahndibû ku 4 endamên PKK`ê ji ber êrîşên roja Duşemiyê ya hêza hewayî ya artêşa vî welatî li bakurê Iraqê hatine kuştinê.
PKK eva zêde ji 30 salan e ku bi awayê çekdarî şerê dijî dewleta navendî ya Tirkiyê dike.
Ev rêxistina ku ji aliyê dewleta Tirkiyê, yekîtiya Ewropayê û dewleta Amerîkayê va wek koma têrorîst hatiye naskirin, ji derdora çar mehan berî viya va li dijî dewleta Tirkiyê û Herêma Kurdistana Iraqê şer ragiahndiye.
Dewleta Tirkiyê ji zivistana buhurî va opêrasiyoneke berfire li dijî baregehên PKK`ê li navçeyên çiyayî yên rojhilat û başûrê rojhilata vî welatî dest pê kiriye û gellek ji navendên PKK nas kirine û ji nav birine.
Endamên PKKÊ li deverên çiyayî yên rojhilat û başûrê rojhilata Tirkiyê, her wiha bilindahiyên bakurê Iraqê cih bûne.
Êrîşên artêşa Tirkiyê li ser baregehên PKKê li başûrê rojhilata vî welatî û bakurê Iraqê di rewşekê da ye ku Komîsaryaya Bilind a Mafên Mirovan a Rêxistina Neteweyên yekbûyî (NY) vê dawiyê bi raporekê ragihand ku artêş û hêzên bejahî yên Tirkiyê li opêrasiyona xwe dijî PKKê, mafên Mirovan binpê kirine.