Hevkariya Îran û Tirkiyê jibo dabînkirina ewlehiyê li navçê pir giring e
Cîgirê wezîrê karên hundir ê Tirkiyê bal kişand ser vê yekê ku Îran û Tirkiyê du welatên dost û bira û cînar û xwediyê dîrok û çanda hevpar in û got: Hevkarî û peywendiya du welatan jibo damezrandina ewlehiyê li navçê pir giring .
Li gorî rapora roja sêşemiyê ya IRNAyê, ji navenda raghandinê ya wezareta karên hudnir, Muhterem Înce li kêleka wajokirina reşnivîsa encama yekim civîna komxebata hevpar a Komara Tirkiyê û Komara Îslamî ya Îranê li wezareta karên hundir got: Wezareta karên hundir a Îran û Tirkiyê li du rojan civînê li bara mijarên mîna rawestana li ber terorîzmê, rawstana li ber qaçaxê û koçberiya neqanûnî, hevkariyên ewlehiyê û mijarên din ku jibo her du koman giring in hin muzakire kirin û li hev kirin.
Wî destnîşan kir: Li gorî berjewendiyên du welatan, me li bara belgeyeke hevhatinê li hev kir ku çawaniya cihanîna mijarên kivşbûyî li vê belgeyê pir giring in, loma em dixwezin ku li pêşerojê civînên bi vî rengî bidomin. Înce li dawiyê tekez kir: Aramî, aşitî û tenahiya navçê girêdayiyê pêngavên me ne ku her du welatên Îran û Tirkiyê radikin û li vê barê em hewl didin.