Tîrmeh 24, 2017 08:31 Asia/Tehran
  • Erdoxan ji bo rawêjkariya li ser qeyrana Qeterê çû Kuwêytê

Receb Teyib Erdoxanê serokomarê Tirikiyê ku ji bo gotûbêja li ser qeyrana Qeterê di serê taximeke derecebilind roja Yekşemiyê berê xwe dabû welatên dorhêla Kendava Farsê, piştî gotûbêja digel rayedarên Erebistanê, berê xwe da Kuwêytê.

Receb Teyib Erdoxanê serokomarê Tirikiyê biryar e ku li vê seferê digel rayedarên sê welatên Erebistan, Kuwêyt û Qeterê li bara qeyrana pêkhatî li peywendiyên  Qeterê û hin welatên ereb ên navçeyê gotûbêjê bike û rola navbeynkarekî li vê navberê bilîze.

Receb Teyib Erdoxanê serokomarê Tirikiyê biryar e bi sefera xwe ya Dûheyê, tev rayedarên vî welatî hevdîtin û gotûbêjê pêk bîne.

Armanca vê sefera Erdoxanê serokomarê Tirikiyê, pêkanîna hevdîtinan digel rayerdarên welatên ereb, hewildana ji bo navbeynkariya li bara qeutkirina peywendiya hejmareke welatên ereb digel Qeterê hatiye ragihandin.

Erebistanê û hevpeymanên vî welatî yanê Misr, Mîrnişînên Yekbûyî yên Erebî (Imarat) û Behrêynê roja 5`ê Hezîrana 2017`an bi daxûyaniyên cuda birrîna peywendiyên xwe yên dîplomatîk tev Qeterê ragihandin û hin boykot dijî vî welatî sepandin.

Van çar welatan Qeter tawanbar kirin ku pişta tevgera erebî bi serkirdayetiya Riyazê nagire.