Sefera serokkomarê Tirkiyê bo çend welatên derdora Kendava Farsê
Serokkomarê Tirkiyê ji bo şêweirîna bi hin welatên derdora Kendava Farsê, îro yekşemiyê sefera xwe ya dewrê bo Erebistan, Kuweyt û Qeterê destpê dike.
Li gorî rapora ISNA`yê û ji zarê rojnama derveyînavçeyî ya El-Şerq El-Ewsetê, RecebTeyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê biryar e li sefera navçeyî li bara çareserkirina qeyrana navbera Qeterê û çar welatên ereb bişêwire.
Receb Teyib Erdogan ku roja yekşemiyê diçe Cedeya Erebistanê yê tev Melik Selmanê paşayê vî welatî û hin rayedarên din ên siûdî hevdîtinê pêk bîne.
Serokkomarê Tirkiyê pêştir gotibû ku Enqere dê hemî hewldana xwe bi kar bîne ku qeyrana di navbera Qeterê û çar welatên boykotkirê Dûhayê de were çareserkirin.
Erebistan, Misr, Îmarat û Behreynê, 5 Hezîrana 2017`an li daxûyaniyên cida qutkirina peywendiyên xwe yên dîplomatîk bi Qeterê re raghandin û hin boykot li dijî vî welatî sepandin. Welatên hanê her wiha hin şert jibo aşitiya bi Qeterê re ragihandin ku ji wan girêdana kanala El-Cezîrê û baregeha eskerî ya Tirkiyê li Qeterê bûye. Qeterê ev xwestek red kirine.