Tîrmeh 22, 2017 19:35 Asia/Tehran
  • Fermana girtina 4 çalakên mafên mirovan li Tirkiyê hat dayînê

Rayedarên ewlehiyê yên Tirkiyê jibo çar kes ji çalakên mafên mirovan ên vî welatî ku vê dawiyê azad bibûn, hikmê girtinê dan.

Li gorî rapora Associated Pressê ji Stenbolê, rayedarên  dadweriyê li Tirkiyê roja şemiyê piştî nerazîbûna dadweriya Stembolê li bara azadkirina çar çalakên mafên mirovan, cardinê daxwaza giurtina wan kir. 

Kesên hanê sêşemiya buhurî piştî azadiya ji zindanê, paseporstên xwe radestî polîs kiribûn û biryar bû berdewam bi dayira polîs re di peywendiyê de bin.

Kesên hanê beşek ji komekê ne ku di destpêka  vê mehê li Stembolê di dema lidarxistina  dewra hîndekariya ewlehiya dîcîtal hatibûn girtinê.

Heftiya buhurî jî 6 kesên din ji wan Îdil Eser rêvebera Efûya Navneteweyî li Tirkiyê û Pîtêr Ştotner, welatiyê almanî bi tawana hevkarî û alîkariya  bo komên  terorîstî hatibûn girtinê lewma rayedarên almanî ji Enqerê xwestine ku bi zûtirkê vî welatiyê almanî serbest berdin.