Tîrmeh 22, 2017 17:26 Asia/Tehran
  • Gulen: Derbe sênaryoya Erdogîn bû

Fetulah Gulen serokê Tevgera Xizmetê, hercure desthebûna wî li derbeya serneketî ya 15`ê Tîrmeha sala buhurî li Tirkîyê ret kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Reutersê, Fetulah Gulen serokê Tevgera Gulen derbeya serneketî ya 15`ê Tîrmeha sala buhurî li Tirkîyê, sênarîyoyek zanî ku serokomarê Tirkîyê û hevrêyên wî darêştibûn. Lê Erdogan dibêje ku Tevgera Gulen bi têketina nav dezgehên dadwerî, leşkerî, perwerdehî û sazîyên dewletê, derbeya 15`ê Tîrmehê li vî welatî organîze kirin, idiaya ku Gulen hertim ret kirîye.

Dewleta Erdogan bi dû derba serneketî ya 15`ê Tîrmeha sala buhurî heta niha zêde ji 170 hezar kes ji wan rayedar, mamostên zanîngehê, karmendên dewletê û hêzên ewlehîyê girtine û ji kar derxistine.

Di encama vê derbeyê de nêzî 250 kesî hatin kuştinê û 2 hezar û 190 kes jî birîndar bûn.