Tîrmeh 18, 2017 16:41 Asia/Tehran
  • Sazîya Navnetewî ya Efûyê: Dadmendî li Tirkîyê tişteke xerîb e

Bi dû hikmê vê dawîyê yê rayedarên Tirkîyê û dewama girtina serokê çiqa Tirkîyê ya Sazîya Navnetewî ya Efûyê ligel 9 çalakên din ên vê sazîyê, Sazîya Navnetewî ya Efûyê îro bi daxûyanîyekê tevî şermezarkirina vê kiryarê tekez kir: Dadmendî û rastî li Tirkîyê bûne `` du babetên tam xerîb.``

Ajansa nûçan a Reutersê ragihand ku Îdil Eser serokê çiqa Tirkîyê ya Sazîya Navnetewî ya Efûyê û komeke çalakên vê sazîyê ji wan welatîyekî almanî û welatîyekî swêdî di 5`ê Tîrmehê da dema pişkdarîya li workşopeke kontrolkirin û rêvebirina lêzanînan û ewlehîya dîcîtal li nêzîkî Istenbolê hatin girtinê.

Dozgerê Tirkîyê ji dadgeha vî welatî xwest ku wan 10 kesan bi merema destpêkirina muhakimekirina wan bi tawana endametîya li sazîyeke têrorîst di bin çavan de ragire.

Salîl Şîtî sêkrêtêrê giştî yê Sazîya Navnetewî ya Efûyê li Londonê got: Dozgerên Tirkîyê 12 roj dema wan hebû ta ku encameke zelal li bara bêsûcbûna van 10 çalakên girtî bidest bixin lê biryara wan jibo dewama şopandina wan ji hêla dadwerîyê ve nîşan dide ku rastî û edalet li Tirkîyê bûne du babetên tam xerîb û nenas.

Wî herwiha got: Lêkolînên dadwerîya Tirkîyê li bara wan çalakana rewa nînin belkî taqîbatek bi armanca sîyasî ye ku yê bibe sedema pêşerojeke biwehşet jibo mafên mirovan li Tirkîyê.

Eva li halekî ye ku li gorî raporên herîdawîyê, Rojnama Huriyet çapa Tirkîyê ragihandîye ku dadgehê ferman daye 4 kes ji wan 10 kesan bên berdanê.