Tîrmeh 18, 2017 13:28 Asia/Tehran
  • Girtina bi dehan kes ji karmendên berê yên Wezareta karên hundir a Tirkiyê

Dozgêriya Enqerê li çarçîva lêkolîna ser xebata Cemaeta Gulen, fermana girtina 40 karmendên berê yên Wezareta karên hundir a Tirkiyê derxist.

Li gorî rapora îro sêşemê ya ajansa nûçan a Anatoliyê, Dozgêriya Enqerê li çarçîva lêkolîna ser xebata Cemaeta Gulen, fermana girtina 40 karmendên berê yên Wezareta karên hundir a Tirkiyê derxist ku 39 kes ji wan li mehên vê dûmahîkê ji ser karên xwe hatine derxistin.

Dewleta Enqerê bi fermana Receb Teyib Erdogan serokkomarê vî welatî û piştî darbeya leşkerî ya işkestxwarî ya 15ê Tîrmeha sala 2016an heta niha zêde ji 130 hezar kes ji ser karê xwe derxistiye yan jî zîndanî kiriye.

Dewleta Tirkiyê ragihandiye, Cemaeta Gulen ku kesên ser bi vê grûpê di nav saziyên dadwerî, perwerdehî û sîstemên dewletiye dewletî da cih girtibûn, pilana vê darbeyê organîze kiriye.

Eva li halekî ye ku Fethullah Gulen bi xwe bi caran ev tawana red kiriye.

Li vê darbeyê 249 kes hatine kuştin û 2 hezar û 193 kes jî birîndar bûn.