Tîrmeh 18, 2017 12:13 Asia/Tehran
  • Hikma zîndanê ji bo parlementerê parlimana Tirkiyê ji HDPê

Dadgeheke Tirkiyê parlementerekî Partiya Dêmokratîk a Gelan a vî welatî (HDP) bi salek û sê mehan zîndanê mehkûm kir.

Li gorî nûçeya îro malpera rojnameya Miliyetê çapa Tirkiyê, Îbrahîm Ayhan parlemneterê parêzgeha Şanlî Urfayê ji HDPê bi sûcê hewildana ji bo rewanîşandana karên tund ên PKK`ê û pesndana van karan hatibû tawanbarkirin.

Dozgeriya Tirkiyê daxwaza 5 salan zîndanê li dijî Ayhan daxwaz kiribû.

Hevserokên Partiya Dêmokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP), Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdax û hejmareke parlementerên din ên vê partiyê di meha Midara 2016an hatine girtin û niha di nav zîndanên Tirkiyê da ne.

Partiya Dêmokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) partiya herî girîng a alîgira kurdan li Tirkiyê ye ku pêncî û neh kursî ji pêncsed û pêncî kursiyên parlimanê ber destê wê ne.

Erdoxanê serokomarê Tirkiyê, dibêje ku ku "Partiya Dêmokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP)" baska siyasî ya PKK`ê ye û bi caran xwestiye ku parlementerên vê partiyê bi tawana piştgiriya ji têrorîsmê bên mehkemekirin.