Tîrmeh 18, 2017 09:16 Asia/Tehran
  • Dirêjbûna rewşa awarte li Tirkiyê

Parlemana Tirkiyê duh duşemê rewşa awarte li vî welatî ku ji salek berî niha û piştî darbeya leşkerî ya işkestxwarî ya 15ê Tîrmeha sala 2016an cih hatibû, sê mehên din jî dirêj kir.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Terseyî hemû rexne û nerezamendiyên ku li ser hebûna rewşa awarte li Tirkiyê hene, AKP`ê ku para pirtir a kursiyên parlemana vî welatî li destê vê partîyê da ne, bi rehetî karî îcrakirina rewşa awarte sê mehên din jî dirêj bike.

Dewleta Tirkiyê duh sibê pê şandina nameyekê ji bo parlemana vî welatî xwestibû ku rewşa awarte sê mehên din jî li vî welatî were domandinê.

Pêkanîna rewşa awarte li Tirkiyê ku ji 20ê Tîrmeha sala 2016an û piştî darbeya leşkerî cih hat, heta niha çend caran hatiye dirêjkirin.

Yeketiya Ewrûpayê û partiyên dijî dewleta Tirkiyê, dewlet tawanbar dikin ku AKP ji darbeya leşkerî ya serneketî bona serkutkirina neyarên xwe yên siyasî behreyê werdigire.