Tîrmeh 17, 2017 19:54 Asia/Tehran
  • Hewldana dewleta Tirkîyê jibo dirêjkirina rewşa awarte li vî welatî

Dewleta Tirkîyê bi şandina daxwazekê jibo parlimana vî welatî, xwest ku rewşa awarte ku bi dû derbeya leşkerî ya serneketî ya 15`ê Tîrmeha sala 2016`an li vî welatî destpê bûye, 3 mehan bê dirêjkirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Reutersê ji Enqerê, li daxûyanîya nivîsgeha serokwezîrîtîya Tirkîyê hatîye, desteya wezîran a vî welatî ji meclisa Tirkîyê xwest ku ji roja çarşemê va rewşa awarte 3 mehan dirêj bike.

Daxwaza dirêjkirina sêmehî ya rewşa awarte li Tirkîyê jibo meclisa vî welatî hat şandinê.

Dewleta Receb Teyîb Erdogan ji derbeya serneketî ya 15`ê hezîrana 2016`an ve heta niha zêde ji 130 hezar kes an girtine an ji kêr derxistine.

Ajansa nûçan a Anadoliyê jî ragihand ku ku bi dû derbeya leşkerî ya serneketî ya 15`ê Tîrmeha sala 2016`an heta niha li Tirkîyê 7 hezar û 563 kes ji sazî û dezgehên curbicur ên dewleta vî welatî bi tawana hevkarîya ligel Tevgera Gulen hatine derxistinê.

Tê gotin ku di encama derbeya 15`ê Tîrmeha sala 2016`an li Tirkîyê da, 249 kes hatin kuştinê û 2 hezar û 193 kes jî birîndar bûn.