Tîrmeh 17, 2017 18:35 Asia/Tehran
  • Bi hezaran Tacîk di lîsteya reş a Tirkîyê da ne

Tirkîyê hatina zêde ji 2600 welatîyên Tacîkistanê bo axa xwe bi hegera têkilîya tev komên têrorîst qedexe kir.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, Asia Plus`ê ragihand: 54 hezar kes ji 146 welatî di lîsteya reş a Tirkîyê da cî girtine.

Li rapora wezareta karên karên hundur a Tirkîyê ya ser navê ``tivdîrên pêwîst jibo têkoşîna li hemberî DAIŞ`ê`` ku duh hat weşandinê, hatîye ku ev kesana tawanbarê têkilîya ligel koma têrorîst a DAIŞ`ê ne û dil hene bi rêya axa Tirkîyê tevî vê komê bibin.

Herwiha li gorî rapora sazîyên ewlehîyê yên Tirkîyê ji destpêka şerê li Sûrîyê ve heta niha 308 welatîyên Tacîkistanê li sînorê ligel Sûrîyê hatine girtinê û ji alîyê dayra koçberîyê ya Tirkîyê ve radestî Tacîkistanê hatine kirin.

Hêjayî gotinê ye ku di lîsteya reş a Tirkîyê da ji hemî welatên cîhanê zêdetir navê welatîyên Erebistanê (7523 kes) bi tawana pişkdarîya li karên têrorîstî xûya dike.