Sê endamên PKK li encama êrişa hewayî ya artêşa Tirkiyê hatin kuştin
Artêşa Tirkiyê bi weşandina daxuyaniyekê îdia kir ku sê endamên PKK li encama êrişa balefirên hêza hewayî ya artêşa vî welatî li navça sînorî li bakurê Iraqê hatin kuştin.
Li gorî rapora televîzyona NTV ya Tirkiyê, erknatiya artêşa Tirkiyê roja duşemiyê ragihand ku balefirên artêşa vî welatî meqerên PKK li navça Zapê li bakurê Iraqê dan ber êrişan.
Li encama êrişa hewayî xêncî kuştina sê endamên PKK, hin xisar li kelûmlên vê grûpê ketin.
Li gorî nûçeyeke din hêzên polîsê Tirkiyê, 115 kes ji alîgirên Gulen li parêzgeha Tekerdaqê li bakurê rojava vî welatî girtin.
Di eynî demê de dozgeriya Tekedaqê fermana girtina 127 kesên din ji wna hejmarek ji îmamên cimateê,bazirganan, mamosteyan, pizîşkan û erkdarên polîs bi tawana peywendiya tev Gulen daye.
Televîzyona NTV yê ya Tirkiyê her wiha li bara girtina 3 jinên Tirkiyê ên endamên grûpa tekfîrî ya DAIŞê li Mûsila Iraqê agahî da.