Engela Merkel: Pirsgirêkên navbera Almanya û Tirkiyê divê bi gotûbêjê li NATO`yê werin çareserkirin
Mêrkêl hêvî dike ku pirsgirêka hevdîtina nunerên Almanyayê tev eskerên almanî li navenda hewayî ya NATO`yê li Qûniyê ji riya gotûbêjê li nav hevpeymanên NATO`yê were çareserkirin.
Li gorî rapra Kurdpressê, û ji zarê Yênî Şefeqê, Engêla Mêrkêl serokwezîra Almanyayê xwest ku pirsgirêka pêkhatî li bara hevdîtina nunerên parlemana Almanyayê tev hêzên almanî li navenda eskerî ya NATO`yê li parêzgeha Qonyayê li Tirkiyê ji riya gotûbêjê were çareserkirin.
Merkelê li hevpeyvîna bi televîzyona ARD`yê re got: Meselên heyî di navbera Berlîn û Enqerê divê bi muzakirên dualî û muzakira di navbera hevpeymanên endamê NATO`yê werin çareserkirin.
Mêrkêlê diyar kir: Mijara Qonyayê zêde girêdayî bi peywira NATO`yê ye ku Almanya jî piştgiryê dide wê. Lewma ne tenê dewleta Almanyayê, belkî NATO jî divê bi Tirkiyê re muzakirê bike.
Roja înê dewleta Tirkiyê hevdîtina plankirî ya nunerên parlemana Almanyayê ji navenda NATO`yê li parêzgeha Qonyayê betal kir û raghand ku hevdîtina di rewşa siyasî ya niha meseilhet nîne.
Pêştir dewleta Tirkiyê hema bi vê meh pêşiya hevdîtina nunerên Almanyayê tev hêzên almanî yên li navenda hewayî ya Încerlikê girt û bû sedema di peywendiyên du welatan nakokî derkeve. Serê axir parlemana Almanyayê dengê xwe da derketina van hêzana ji Tirkiyê.
Erkdariya niha ya NATOyê li parêzgeha Qûniyê piştgiriya îstixbaratî ji hêzên hevalbendiya navneteweyî li şerê li hember DAIŞê ye û nêzîkî 20 eskerên almanî jî beşdarê vê erkdariyê bûne